Ji komxebata diyalogê… MSD`ê banga nenavendîbûna demokratîk dike

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar got hevdîtinên ku meclis bi rêxistin dike, di çarçoveya hewldanên itîraf bi nenavendîbûna demokrasiyê pêk were û gel bibe çavkaniya hikumetan û hikuma gel pêk were.

Ji komxebata diyalogê… MSD`ê banga nenavendîbûna demokratîk dike
27 adar, 2019   10:48

KOBANÊ

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn de ku li bajarê Kobanê pêk tê, axivî.

Derar îşaret li ser dema hevdîtina diyalogê û têkçûna DAIŞ`ê kir û wiha got: "Bi lidarxistina diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn, dema serkeftina li ser terorê ye û bidawîbûna DAIŞ`ê li Baxozê ye. Lê êdî ji şûn ve divê em li pey şaneyên wan bikevin, ji ber wê bibin asteng da ku jehra wan di tarîtiyê de belav nebe."

Diyaloga sêyemîn bi dirûşma "Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” bi beşdarbûna 132 kesayetên siyasî û mafparêz ji opozîsyona ji derve û hundirê Sûriyê, her wiha nivîskar û rojnemevanan tê lidarxistin.

Derar di nava axaftina xwe de wiha got: "Têgeha nenavendîbûna demokratîk divê bê naskirin, ew sîstemeke siyasî tê de civandina nenavendî bi demokratîk re ye, ji bo ku gel bibe çavkaniya hikumetan û gel bikare hikuma xwe bi xwe pêk bîne, ew yek jî bi rêya nûnerên herêman e.”

Riyad Derar destnîşan kir ku welat di merheleyeke zehmet re ji aliyê hêzên desthilatdar ku dixwestin şerê neteweperestiyê ferz bikin, derbas bû.

Komxebat didome, tê payîn ku destûra Sûriyê û rêgezên wê yên sereke bên nîqaşkirin.

(jo)

ANHA