Meclisa Babê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê nasnameya şervanekî xwe ku di encama êrîşa çeteyên Mertalê Firatê yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li ser gundê Qort Wêran ê rojhilatê Babê de şehîd bû, eşkere kir.

Meclisa Babê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
27 adar, 2019   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî mijarê, îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê hate gotin ku bi bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina gel, bi rihê şervanên azadiyê li her derê, taybet ji bo parastina cihên pîroz ji êrîşan, Mertalê Firatê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê  birêvebirin, li xeta rojavayê bajarê Minbicê êrîşî nuqteyên hêzên wan ên Meclisa Leşkerî ya Babê li aliyekî û sivîlan li aliyekî din kirin.

Fermandariyê eşkere kir ku di wan êrîşên meha Sibatê de li ser hêzên wan, şervanê bi navê Suhêl Şêxo bi nasnav Azad, dema ku bi erka xwe ya niştîmanî di xendeka parastinê li gundê Qort Wêran ê rojhilatê Babê de radibû,  birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî hemû hewldanan, şervan Suhêl Şêxo gihîşt asta şehadetê.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Babê, sersaxî ji malbata şehîd Suhêl û hemû gel û malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Tolhildan dirûşma me ya xwîna şehîdan e. Em soz didin hemû şehîdên azadiyê û gelê xwe, em ê li ser rêya wan bimeşin û israra me wê her tim hebe."

Nasnameya şehîd wiha ye:

*****

Nav û paşnav: Suhêl Şêxo

Navê tevgerî: Azad

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêr Hafir

Cih û dîroka tevlêbûnê: Irêma, 2017

Cih û dîroka şehadetê: Qort Wêran, 25.03.2019

(jo)

ANHA