Dewreyeke din a hêzên ewlekariya Dêrazorê qediya

Akademiya Şehîd Fatima Xabûr a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê dewreya 16‘an a 176 endaman bi dawî kir.

Dewreyeke din a hêzên ewlekariya Dêrazorê qediya
26 adar, 2019   17:12
DÊRAZOR

Rêveber û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê beşdarî merasîmê qedandina dewreyê bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Kesên axivîne qedandina dewreyê li endaman pîroz kirin û banga xurtkirina sîstema parastinê kirin.

Di dawiyê de endamên tevlî dewreyê bibûn sond xwarin ku ew ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine parastin biparêzin.

ANHA