Li Reqayê ji bo cotkaran semîner

Komîteya Çandinî, Avdan û Sewalkariyê ya Reqayê û rêxistina Siyam Barî ji cotkaran re sermînerek girêdayî rêbazên parastina ji nexweşiya Zingar û mekanîzmeya bikaranîna dermanan organize kir.

Li Reqayê ji bo cotkaran semîner
Li Reqayê ji bo cotkaran semîner
Li Reqayê ji bo cotkaran semîner
26 adar, 2019   14:31
REQA

Bi belavbûna nexweşiya Zingar re di nav mewsima genim de, Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya Reqayê, semînerek girêdayî rêbazên parastinê ji nexweşiyê organize kir.

Semîner li avahiya Meclisa Sivîl a Reqa El-Semra ya gundewarê rojhilatê Reqayê li dar ket. Bi dehan cotkar, endezyarên çandiniyê û beyteriyên girêdayî Komîteya Çandiniyê û Sewalkariyê ya Reqayê di semînerê de amade bûn.

Di semînerê de endezyarê çandiniyê Munzur El-Salih girêdayî rêbezên xweparastinê ji nexweşiya Zingar tevî bikaranîna dermanan vegotin.

Serokê Buroya Parastinê ya Komîteya Çandiniyê Hemûd El-Hesen got, komîte bi koordîneya rêxistina Siyam Barî dê dermanan bi rêya komîteyên çandiniyê yên meclis û komînan li cotkaran belav bikin.

(şx)

ANHA