Li Reqayê projeya sererastkirina 3 hezar malan dest pê kir

Gelek rêxistinên navdewletî bi çavdêriya Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê însiyatîfa sererastkirina gelek malên bajêr da destpêkirin.

Li Reqayê projeya sererastkirina 3 hezar malan dest pê kir
26 adar, 2019   13:57
REQA

Buroya Rêxistinan bi hevkariya gelek rêxistinên çalak li ser Projeya Şelter a sererastkirina nêzî 3 hezar malan ku  zirar di şerê li dijî DAIŞ’ê de dîtiye, dixebite.

Gerînendeyê Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Tirkî Dendel got Projeya Şelter girîntirîn projeya xizmetê ya li bajarê Reqayê ye, ji ber bajar pêdiviya xwe bi sererastkirina nêzî ji sedî 65 ji malên ku rastî nîv wêrankirinê hatine û ji sedî 30 malên ku bi temamî hatine wêrankirin, heye.

Ji herêma bakur ve anku bakurê rêya trênê dest bi projeyê hate kirin. Ji wan herêman taxa Endelus, herêma Hezîma, herêma li hemberî aş û ziwageha garisê zer in. Dê demeke nêz de jî yek ji rêxistinan dê dest bi lêkolînên li ser malan bike û jimaran li malan bixîne da ku dest bi projeyê bibe. Dê ji 500 heta 600 mal li vê herêmê bên sererastkirin. Proje dê heta hundirê taxa El-Nehda û ber bi herêma taxa El-Bedo ve biçe. Ta niha nêzî 220 mal li herêma El-Dirîyê hatine sererastkirin. Li gorî Dendel daye zanîn ku dê xetên ava vexwarinê û kanalîzasyon jî werin sererastkirin.

Dendel îşaret pê kir ku armanca projeyê piştevaniya xwediyên malan e ku rastî nîv wêrankirinê hatine.

Di berdewama axaftina xwe de Dendel bal kişand ser ku mijara plana Fl a taybetiya malbatên ku li ser wan proje nayê pêkanîn, dê alîkariyê bi rengekî din bidin wan.

Di dawiyê de, Dendel destnîşan kir ku rêxistinên navdewletî û komeleyên herêmî nikarin înşakirina giştî û sererastkirina temamî li bajêr bikin û wiha domand: "Lê belê dikarin bi Projeya Şelter re bibin alîkar û malên rastî nîv talankirinê hatine, sererast bikin.”

(fr)

ANHA