Li Cezayîrê dewra Buteflika bi dawî bû

Li Cezayîrê piştî xwepêşandanên li dijî Abdulezîz Buteflik, serokê artêşê diyar kir ku êdî kursiyê serokê welat vale ye.

Li Cezayîrê dewra Buteflika bi dawî bû
26 adar, 2019   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lijneya Gel yê Cezayîrê Abdelkader Bensalah diyar kir ku dê heta 45 rojan erka serokatiyê bide meşandin.

Serokê Giştî yê Artêşa Cezayîrê Gaed Salah xwest ku madeya makezagonê ya ji bo valebûna kursiyê serokkomariyê bê bicihanîn.  Ev made, “Ji ber rewşa cidî yê ya tendirustiyê ya sabît, bicihanîna erkê serokomariyê ne mimkun be” tê bikaranîn.

Abdulezîz di sala 1999'na de hatiye ser rêveberiyê û niha 82 saliye. Ji ber xwesteka ku carek din bibe serokkomar, li tevahiya welat rastî nerazîbûnan hat.

Buteflika di 11’ê Adarê de bi biryarek suprîz daxuyandibû ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên di 18’ê Nîsanê de bên kirin bernamzetiya xwer taloq kiriye.