Meclisa Leşkerî ya Babê: Em tola şehîdên Erka Xweparastinê rakin

Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî êrîşa şevê din a komên çete ya li dijî benda kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê ku di encamê de 7 şervan şehîd bûn got:"Em ê tola şehîdan rakin û her posteke xaka Sûriyê ji teror û dagirkeran rizgar bikin."

Meclisa Leşkerî ya Babê: Em tola şehîdên Erka Xweparastinê rakin
26 adar, 2019   16:06
MINBIC

Şevê din bendeke kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê li gel Çerxerêya Şerîya ya navenda bajarê Minbicê ji aliyê komeke çete ve rastî êrîşekê hat û di navbera Hêzên Erka Xweparastinê û koma çete de şer derket. Di encama şer de 7 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn. Meclisa Leşkerî ya Babê li ser mijarê daxuyaniyeke nivisîkî weşand û got, ew ê tola şehîdên Erka Xweparastinê li erdê nehêlin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em sersaxî ji malbatên şehîdên Erka Xweparastinê re yên di erka xwe ya parastina bajar û xelkên wê bi cih anîn û bi navê xwe wateyên fedekariyê xêz kirin, dixwazin.

Em êrîşa terorîst a li dijî gelê me şermezar dikin û dibêjin, gelê me li hemberî her gefan li ber xwe dan û serkeftin li dijî terora reş a çeteyên DAIŞ‘ê bi dest xistin.

Kesên li pey van êrîşan ejnîdeyên derve ne ku ji bo berjewendiyên terorê û têkbirina ewlehiya herêmê rizgarkirî dixebetin e.

Em soz din şehîdan û malbatên wan ku em ê xeta şehîdan bidomînin û tola wan rake, ta her posteke xaka Sûriyê ji teror û dagirkeran rizgar bikin."

ANHA