Rêveberiya Minbicê êrîşa li dijî Hêzên Erka Xweparastinê şermezar kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê êrîşa komên çete ya li ser bendên kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê ku di encamê de 7 şervan şehîd bûn, şermezar kir.

Rêveberiya Minbicê êrîşa li dijî Hêzên Erka Xweparastinê şermezar kir
26 adar, 2019   15:48
MINBIC

Endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrîşa komên çete ku şevê din li dijî benda kontrolê ya hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê de pêk hatibû û di encamê de 7 şervan şehîd bûn, li cihê êrîşî kom bû û bi daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo ve hate xwendin.

Melcisa Rêveber sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin: "Em kiryara hovane ya li dijî 7 şervanên me şermezar kirin. Ev kiryara newêrek a li dijî mirovahiyê bi armanca têkbirîna ewlehiya herêmê pêk hat, lê îsrara me ya ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û dewamkirina xeta wan zêde dike."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

ANHA