Li Qamişlo ji ber barana dijwar, jinekê jiyana xwe ji dest da

Mala endama Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo Behiya Selîm Xidir ji ber barana zêde hilweşiya. Di encam de Behiya jiyana xwe ji dest da.

Li Qamişlo ji ber barana dijwar, jinekê jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber barana dijwar, jinekê jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber barana dijwar, jinekê jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber barana dijwar, jinekê jiyana xwe ji dest da
26 adar, 2019   14:33
QAMIŞLO

Ji beriya du rojan li herêma Cizîrê ji ber barana dijwar lehî rabû. Di encama bi dehan mal li herêma Dirêk, navçeya Çil Axa, Tirbespiyê, Til Hemîsê û bajarê Qamişlo hilweşiyan  û rê hatin girtin.

Duh jî li bajarê Qamişlo baran heta saetên derengiya şevê bi dijwarî bariya. Ji ber barana zêde mala endama Heyva Sor a Kurd Behiya Selîm Xidir a 35 salî bi ser wê de hilweşiya û Behiya jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Behiya Selîm Xidir li goristana taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hate definkirin. Her wiha konê sersaxiyê jî li ber male wê hate vedan.

ANHA