Pompeo dê navbeynkariya Îsraîl û Lubnanê bike

Çavkaniyên ji Lubnanê ragihand ku wezîrê karên derve yê DYA’yê di dema hevdîtina li gel rayedarên lubnanî de diyar kir ku welatê wî dixwaze bibe navbeyankar da ku pirsgirêka sînorê deryayî bi Îsraîlê re çareser bike. Ev herêma behsa mijarê, herêmeke deryayî ya Lubnanê ye.

Pompeo dê navbeynkariya Îsraîl û Lubnanê bike
24 adar, 2019   11:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo di dema hevdîtina serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî de ragihand ku DYA bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) dixwaze pirsgirêka sînor a Îsraîl û Lubnanê çareser bike û got: “Çareserî bi sînorê deryayî dest pê dike.”

Li gorî çavkaniyan, piştî serdana Pompeo li Til Evîvê, Washington ev navbeynkarî pêşniyar kir  û ev yek jî tê wateya ku DYA hewl dide Îsraîlê bi serpereştiya NY’yê tev li danûstandinan bike û Îsraîl dev ji îdiayên xwe yên der barê ava aborî ya Lubnanê  berde.

Tê payîn ku nûner û pisporên her du aliyan tev li danûstandinan bibin da ku sînor ji nû ve xêz bikin. Lubnan niha di deryayê de li petrol û gazê digere.