Li Xezayê ciwanek hate kuştin

Vê sibehê ciwanekî filistînî ku duh bi guleya leşkerên Îsraîlê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha artêşa Îsraîlê 12 filistiyên din li El-Difa El-Xerbiyê binçav kirin.

Li Xezayê ciwanek hate kuştin
24 adar, 2019   11:24
XEZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA’yê yê li Xezayê ragihand ku ciwanekî filistînî (25) bi guleya leşkerên Îsraîlê duh ji sîngê xwe birîndar bûbû û îro jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihan li ser zimanê çavkaniyên Filistînê anî ziman ku artêşa Îsraîlê 12 ciwan bi tawana beşdarbûna di çalakiyên ewlehiyê de, piştî bi ser malan de girtin, binçav kirin.

Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê ragihand ku kesên hatine binçavkirin, beşdarî çalakiyên li dijî leşkeran bûne.

 (fr)

ANHA