Lûtkeya sêalî ya Iraq, Urdun û Misrê li Qahîreyê tê lidarxistin

Îro li Qahîreyê lûtkeya sêalî di navbera serokê Misrê Ebdulfettah El-Sîsî, serokê Urdunê qral Ebdullah El-Senî û serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî de dê pêk were.

Lûtkeya sêalî ya Iraq, Urdun û Misrê li Qahîreyê tê lidarxistin
24 adar, 2019   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Urdunê îro wê digihîje paytexta Misrê Qahîreyê da ku lûtkeya sêalî di navbera bajarê wî, Misrê û Iraqê de were lidarxistin. Tê payîn ku serokê Urdunê û yê Iraqê ji bo pêşxistina projeya xeta petrolê ku ji Iraqê dest pê dike, heta Urdunê û li Misrê bi dawî dibe, bigihîjin hevpeymanan.

Serokê Misrê Ebdulfettah El-Sîsî îro bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulhadî re li Qahîreyê li hev civiyan û paşê civîneke çapemeniyê li dar xist. Tê de îşaret bi girîngiya dewamkirina şerê li dijî terorê re hate kirin.

Rojnameya "El-Xed" a Urdunê ji çavkaniyeke di hikumeta Urdunê de agahî wergirtin û got: "Niha Bexda projeya xeta petrolê bi Urdunê re nîqaş dike, da ku xeta petrolê heta Misrê dirêj bike." Her wiha destnîşan kir ku Iraqê der barê vê mijarê de bi Misrê re di nava danûstandinan de ye.

Serokê Misrê bal kişand ser girîngiya dewamkirina şerê li dijî terorê ji aliyê hêzên erebî û navneteweyî ve û wiha got: "Tenê bi rêya yekitiya giştî em dikarin dawî li vê terorê bînin.”

Her wiha Ebdulhadî jî diyar kir ku divê ji bo çeteyên ku ji cihên şer derbasî welatên din bûne, mekanîzmayeke aktîf were danîn.

Li gorî AFP’ê Hêzên Sûriya Demokratîk roja Şemiyê ragihand ku wan li rojhilatê çemê Firatê dawî li çeteyên DAIŞ'ê di bêrîka dawî de aniye. Bi vê yekê jî serdema 5 salan ku tê de çeteyên DAIŞ'ê bi qanûnên xwe tirs û kuştin belav dikir, bi dawî bû.

(jo)