Pîrozbahiya Newrozê li Girê Spî dest pê kir

Pîrozbahiya Newroza 2019`an li bajarê Girê Spî bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kir.

Pîrozbahiya Newrozê li Girê Spî dest pê kir
Pîrozbahiya Newrozê li Girê Spî dest pê kir
Pîrozbahiya Newrozê li Girê Spî dest pê kir
24 adar, 2019   09:40
GIRÊ SPÎ

Bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" beriya kêliyekê pîrozbahiya Newrozê piştî ku şênî ji hemû pêkhateyan bi cil û bergên xwe yên gelêrî li parka giştî ya li kêleka Çerxerêya El-Elem a li bajarê Girê Spî civiyan, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê dayikên şehîdan meşaleya agirê Newrozê, li qada  şahiyê vêxist.

Her wiha li navenda qada şahiyê peykerê Kawayê Hesinkar, wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ, QSD`ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Şahî bi axaftina hevserokê Meclisa Girê Spî dewam dike. Paşê dê axaftin li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Saziya Malbatên Şehîdan werin kirin.

(ekîb)

ANHA