Cotkarên Reqayê ji ber sererastkirina pira Reqayê ya kevn kêfxweş in

Bi zêkîbûna bidawîbûna xebatên restorekirina pira Reqayê ya kevn re, cotkarên herêmê kêfxweşiya xwe rave kirin û spasiya Meclisa Sivîl a Reqayê kirin.

Cotkarên Reqayê ji ber sererastkirina pira Reqayê ya kevn kêfxweş in
Cotkarên Reqayê ji ber sererastkirina pira Reqayê ya kevn kêfxweş in
Cotkarên Reqayê ji ber sererastkirina pira Reqayê ya kevn kêfxweş in
Cotkarên Reqayê ji ber sererastkirina pira Reqayê ya kevn kêfxweş in
24 adar, 2019   07:46
REQA

Bi zêkîbûna bidawîbûna xebatên restorekirina pira Reqa ya kevn re, cotkarên herêmê kêfxweşiya xwe rave kirin û spasiya Meclisa Sivîl a Reqayê kirin. Çend roj din wê xebatên sererastkirina pira Reqa ya kevn li gel kêfxweşiya cotkar û bazirganan bi dawî bibin. Pira El-Mensûra yek ji pirên bajarê Reqayê yên herî girîng e ji ber ku bajêr bi gundewarê wê yê başûr ve girê dide heya bighêje Dêrazorê. Bi sererastkirina pirê re barê cotkar û bazirganan sivik dibe.

Cotkarê bi navê Ehmed El-Îsa destnîşan kir ku ew debara xwe bi çandiniyê peyda dike. El-Îsa diyar kir ku sererastkirina pira kevn gelek girîng e, ji ber ku pire wek dergeha derxistina hilberînên çandiniyê ber bi bajarê Reqayê û Bakurê Sûriyê ve tê hesibandin

El-Îsa diyar kir ku di salên borî de gelek azar û zehmetî di veguhestina hilberînê ji bajarê Reqayê re kişandine û keştiyên ku bi navê mirinê têne naskirin bi kar anîne. El-Îsa tekez kir ku bi dawîbûna xebatên sererastkirinê re ew ê zehmetiyan derbas bikin û barên wan ji aliyê aborî ve sivik dibe.

Cotkarê bi navê Talib El-Xelef got: "Em bi dawîbûna xebatên sererastkirina pira kevn re kêfxweş in. Xirabûna pira kevn bi bandoriyek neyînî li çandiniya herêma Kesrat kir. Piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi rêjeya ji sedî 75 bi çandiniyê peyda dikin. Wek cotkar em ê hewl bidin asta çandiniyê bilind bikin da ku sebze û hilberînên din li herêmê werin çandin."

El-Xelef ji ber xebatên di pêşkêşkirina pêwîstiyan de spasiya Komîteya Çandiniyê ya bajarê Reqayê kir.

Rûbara zeviyên çandiniyê li xeta El-Şamiyê yanî gundewarê başûrê Reqayê zêdetirî 100 hezar donim e. Ev herêmê ji bajarê Reqayê re sebze, fêkî û dexil peyda dike.

Pira kevn a reqayê (El-Mensûra) piştî temamkirina xebatên sererastkirinê ji tevgera şêniyan re hate vekirin û tê payîn bi awayekî fermî li hember erebeyên biçûk di rojên pêşiya me de vebibe.

(şx)

ANHA