`Destkeftiyên QSD`ê biparêzin`

Rûspiyên êla El-Şumer gelê Sûriyê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkeftina mezin a QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê pîroz kir û diyar kirin ku divê êlên Ereb ji bo tunekirina fikrên DAIŞ`ê kedên mezin bidin û destkeftiyên QSD’ê biparêzin.

`Destkeftiyên QSD`ê biparêzin`
24 adar, 2019   06:38
QAMIŞLO-ŞIHAB EL-EHMED

Hêzên Sûriye Demokartîk (QSD), duh (23’ê Adara 2019’an) di civînek çapemeniyê de bi awayekî fermî têkçûna DAIŞ`ê ragihand. Bi vê mebestê  rûspî û şêxê êla El-Şumer serkeftinên QSD’ê pîroz kir.

Rûspiyê êla El-Amûde ji qebîleya El-Şumer Ehmed El-Şetî got: "Em vê serkeftinê û rizgarkirina herêmê ji terorê pîroz dikin. Herêm bi saya serkeftinên şervanên QSD`ê ewle ye."

El-Şetî tevahiya êlên Ereb ên herêmê muxeteb girt û bang li wan kir ku derkeftiyên bi saya QSD`ê hatine bidestxistin biparêzin.

El-Şetî destnîşan kir ku ji êlan tê xwestin ku li dora QSD`ê kom bibin û li dijî hişmendiya DAIŞ`ê ya ku tevna civakê parçe kiriye hevgirtina xwe ava bikin.

El-Şetî wiha got: “Divê êlên herêmê ji gelan re bibin mînaka hevgirtinê û tunekirina fîtneyan. Îro em bûne yek gel, yek tevn û ti cudahî di navbera Kurd, Suryan û Ereban de tune ye. Li  ser vê xakê bi saya QSD`ê em di nav ewlehî û aramiyê de ne, ji ber wê em bi hêzên xwe serbilind in."

Mihemed El-Şumerî yek ji rûspiyên êla El-Şumer destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ`ê li herêmê rewşa herêmê dê baş bibe.

El-Şumerî diyar kir ku ji bo xilasiya ji hişmendiya DAIŞ`ê ji erka êlan e ku hevgirtina xwe bi QSD`ê re ava bikin û wiha pê de çû: "Em wek êlên herêmê şerê vê hişmendiyê dikin û ji bo tunekirina wê hişmendiya ku di hişê hindek şêniyan de hatiye çandin, bi yekrêzî li rex êlên herêmê yên din ji Kurd, Aşûr û Suryan disekinin."

Di dawiya gotinên xwe de El-Şumerî bang li ciwanên civaka Ereb kir bi taybet li Bakurê Sûriyê li dora QSD`ê kom bibin û beşdarî tu komên din nebin da ku pêşî li planên Tirkiyê bigirin.

(şx)

ANHA