Rûspiyên Reqayê: Kêfxweşiya mezin dê rizgarkirin Efrînê be

Şêx û  rûspiyên bajarê Reqayê serkeftina QSD`ê bi `Serkeftina başiyê li dijî nebaşî û zordestiyê ye’ wesifandin û wiha gotin: “Kêfxweşiya mezin dê rizgarkirina Efrînê ji dagikeriya Tirkiyê be.”

Rûspiyên Reqayê: Kêfxweşiya mezin dê rizgarkirin Efrînê be
24 adar, 2019   06:30
REQA - EMAR EL-XELEF

QSD`ê têkûçna DAIŞ`ê bi awayekî fermî ragihand. Di vê çarçoveyê de rûspî û şêx êlên Reqayê bi rêya ajansa me serkeftina QSD`ê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û pêwîstiya tunekirina fikrên DAIŞ`ê tekez kirin.

Rûspiyê êla El-Bû Esaf Fayiz El-Betran tevahiya gelên Sûriyê û  bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkeftina mezin a li dijî DAIŞ`ê kir.

El-Betran got: “Em malbatên şehîdan ên Reqayê pîroz dikin û dibêjin ku keda zarokên we vala neçû. Zarokên we rêya serkeftinê ji QSD`ê re xêz kirin."

El-Betran destnîşan kir ku piştî DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, çavên QSD`ê li Efrînê ye da ku komên terorîst di serî de çeteyên dagirkeriya Tirk tune bikin.

Rûspiyê êla El-Sexanî Ebdulrezaq El-Hisên got: "Têkçûna DAIŞ`ê nayê wê wateyê ku hişmendiya tarîtiyê bi dawî bû ye. Pêvajoya bê; pêvajoya tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê ye. Ew jî bi rêya zêdekirina çalakiyên perwerdeyê û vekirina akademiyên bîrdozî li seranserî  Bakurê Sûriyê pêkan e. Da ku nifşek bi fikra xwe ya azad û bi hêz ava bibe."

Di dawiyê de El-Hisên ev tişt anî ziman: "Em hemû Efrîn in û bi hev re em ê wê rizgar bikin. Rizgarkirina wê ji faşîzma Tirkiyê serkeftina herî mezin e."

(şx)

ANHA