Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin

Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê, ji zarokên Tirbespiyê re şahiyek lidar xist.

Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin
Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin
Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin
Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin
Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin
Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin
Zarokên Tirbespiyê Newroz pîroz kirin
18 adar, 2019   18:09

QAMIŞLO

Bi boneya Cejna Newrozê Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê şahiyek ji zarokan re li Akademiya Şehîd Yekta Herekol organize kir. Gelek komên hunerî yên tevahiya pêkhateyên herêmê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Kongreya Star a navçeyê Asya Cuma axivî û got: “Em Cejna Newrozê li hemû zarokan pîroz dikin.”

Piştre koma Fedakar a girêdayî Navenda Şehîd Sason a bajarokê Meişûq şanioyek girêdayî girîngî û rola malbatê û dibistanê di perwerdekirina zarokan û zanakirina wan de pêşanda. Her wiha koma Komeleya Çandî ya Suryan dîlanên gelêrî pêşkêş kirin.

Paymengeha Sî Misî ya zarokan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin û  Koma Şehîd Dilgeş stranên gelêrî yên çanda Kurdî stran.

Di dawiya şahiyê de Buroya Jin a Şaredariya Gel a Tirbespiyê şêranî li zarokan berlav kir.

(şx)

ANHA