Fermandariya YBŞ’ê: Êrîşa li dijî şervanên me provokasyon e

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) destnîşan kir ku di êrîşa duh êvarê ya li hemberî seyarek wan de, 2 şervanên wan şehîd bûne 3 jî birîndar bûn. Fermandariyê bal kişand ku ev êrîş ji aliyê komên provokator ve hatiye pêkanîn û got: “Em bibawerin ku dê Artêşa Iraqêjî helwestek erênî nîşan bide. Ev provokator nagihîjin armanca xwe û em bawer dikin ku ev bûyer di navbera me û artêşa Iraqê de hevsengiyek bihêztir çêbike.”

Fermandariya YBŞ’ê: Êrîşa li dijî şervanên me provokasyon e
18 adar, 2019   18:07

NAVENDA NÛÇEYAN  

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşa ku şevêdin (17 Adar) li Şengalê dijî wesayitek wan pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Li ser nîzama danûstandina leşkerî, duh saet di 20.00’an de Berdevkê YBŞ’ê li ser esasê hevdîtina bi Fermandariya Lîwaya 72’yan re, çû cihê hevdîtinê ya bi ser vê lîwayê ve. Dema ku seyareya hevalên me digihîjê seytera cihê hevdîtinê; ji hêla girubek Lîwaya 72 û Foca 1 ve tê gulebarankirin. Li ser vê yekê hêza me jî parastina xwe dike û pevçunek demkî çêdibe. Di encama vê pevçûnê de du hevalên me gihîştin şehadê û sê hevalên me jî birîndar bûn. Her wiha  li gori agahiya ku me girtiye windahiyên vê hêzê jî çêbûne. Di hindirê pêvajoya pênc salên derbasbûyî de, li ser esasê ku li herêmê aramî çêbibe, hevsengiyek me û artêşê hebû, di vê mijarê de astek girîng a danûstandinê jî ava bibû.

Êrîş di encama provokasyonê de pêk hat

Wek YBŞ’ê di vê mijarê de erka ku ketiye ser milê me, me pêk anî. Em dizanin ku êrîşa duh êvarê li ser hêza me çêbûyî, di encama pirovokasyonekê de pêk hatiye. Ev ne nêzîkatiya artêşê ye, nêzîkatiya girubek pirovokatore ku dixwazin aramiya Iraqê û nirxên ku çêbûne tevlîhev bikin, xirabiyan çêbikin. Hinek kesên ku dixwazin navbera gelê Êzidî û Iraqê  xira bikin, ev êrîş pêk aniye.

Ji bo provokator negihîn hedefa xwe erka dikeve ser milê me emê pêk bînin

Em weke YBŞ’ê vê bûyera ku çêbûye bi vî awayî dinirxînin û ji boyî ku ew koma dixwaze aramiya Iraqê xirab bike negihîje hedefa xwe, erka ku dikeve ser milê me emê pêk bînin. Em dizanin ku ev ne hewldana Artêşa Iraqê ye, em hêvî dikin ku Artêş Iraqê jî erka dikeve ser milê xwe pêk bînê û van koman zelal bike, her wiha helwesta pêwîst nîşan bide.

Şehîdên me fedayiyên vê xakê ne

Wek ku me li jor jî anî ziman, di encama ve êrîşa hatiye pêkanîn de du hevalên me yên bi navê Rustem Hussiyan û Agir Çêlkî gihîştin şehadetê. Hevalê me Rustem di dema fermanê de ji Ermenîstanê, malbata xwe hişt û xwe ji bo vê fermanê kir mertal, bi ked û fedekariyeke mezin bû têkoşerekî axa Şengalê. Piştî fermanê jî terka vê axê nekir û xwe kir fedayê vê baweriyê, di vê mijarê de sînor nas nekirin.

Heval Agir Çêlkî jî bi fedekariyekî mezin di emrekî ciwan de, di pêşxistina hêza civaka Êzidî de bû xwedî ked û têkoşîneke pir bi rûmet.

Di encama bûyereke bi vî awayî de yek ji hevalên me yên ku giran birîndar bûyî jî Heval Egîd e. Heval Egîd di fermanê de hevalekî me yê ku piraniya malbata xwe ji dest dayî bû. Şehadet û birîndariyeke di bûyerek bî vî awayî de, ji bo me êşeke mezine. Di serî de em ji bo malbata şehîdan û gelê Êzidî û tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin û ji bona hevalê xwe yên birîndar û malbatên wan hêviya şîfayê dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku dê artêş helwestek erênî nîşan bide

Em di wê baweriyê de ne ku piştî bûyereke wiha, dê Artêşa Iraqê bi daxuyanî û helwesta pêwîst bi awayekî erênî nêzîk bibe. Bi bawerin ku bi saya xwîna şehîdan ev girûbên provokator wê negihîjin armancên xwe û ev bûyer di navbera me û artêşê de bibe sedema hevsengiyeke bi hêztir.”