Hevserokatiya kantona Efrînê: Divê Rûsya bi praktîk bersiv bide

Hevserokên Meclisa Kantona Efrînê got şêniyên Efrînê nameyek radestî aliyên Rûsî li Bakurê Sûriyê kirin û tê de destnîşan kirin ku dê tê bikoşin û heya vegera Efrînê dê li ber xwe bidin.

Hevserokatiya kantona Efrînê: Divê Rûsya bi praktîk bersiv bide
18 adar, 2019   17:53

ŞEHBA

Şêniyên Efrînê îro nameyek radestî aliyên Rûsî ên li li gundewarê bakurê Helebê kirin û tê de bang li Rûsyayê kirin ku piştgiriya Tirkiyê rawestîne û hewl bide Tirkiyê ji Efrînê derxîne.

Bi hezaran şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê, navçeya Şêrawayê û di kampan de bi cih bûne berê xwe dan bargeha sereke ya Rûsyayê ya li gundewarê bakurê Sûriyê gundê Keştarê.  Şêniyan li wir nameyek radestiyên aliyên Rûsî kir.

Girêdayî navaroka nameyê hevserokên kantona Efrînê  Zîraş hemo û Bekir Elo ji ajansa me re axivîn û navaroka nameyê vegotin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku êdî sebir û tehemula gelê Efrînê ji ber siyasetên kirêt ên ku di encam de koçber bûne, nema ye.

Di nameyê de hate diyarkirin ku eger komploya li dijî gelê Efrînê berdewam bike, gelê Efrînê bê bertek namîne û heya vegera Efrîn dê tê bikoşe û li ber xwe bide.

Girêdayî bersîva aliyên Rûsî ji nameyê re, hevserokatiya  Meclisa Kantona Efrînê Şîraz Hemû û Bekir Elo gotin hêzên Rûsyayê gotine dê nameyê bighînin aliyên têkildarî karûbarên Sûriyê ye.

Hevserokan gotin wan ji aliyên Rûsî xwestine ku bersîva nameyê ne nivîskî be, divê di piratîkê de û bi derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê bê dayîn.

(şx)

ANHA