QSD’ê bilançoya 24 saetên dawîn eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihand ku hêzên wan di 24 saetên dawî de derbeyên giran li çeteyên DAIŞ‘ê xistine û bi dehan çete hatin kuştin.

QSD’ê bilançoya 24 saetên dawîn eşkere kir
18 adar, 2019   18:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamên şerê 24 saetên dawî li Baxozê eşkere kir û diyar kir ku bi dehan çete hatin kuştin û şervan pêş de diçin.

Daxuyaniya QSD‘ê wiha ye:

"Şervanên me li bajarokê Baxozê li dijî kombûn û bargehên terorîstan çalakî pêk anîn. Di encamê de şerê dijwar rû dan. Di şer de terorîstan çekên giran bi kar anîn û beldozeke hêzên me kirin hedef, lê ti zirar negihişt beldozerê.

4 terorîstên xwekujî li nêzî nuqteyên hêzên me xwe teqandin, ji ber vê şervanekî me bi sivikî birîndar bû. Di şer de bi dehan terorîst hatin kuştin. Şervanên me pêş de çûn û 28 nuqteyên nû ava kirin. Her wiha balafirên Koaslîyona Navdewletî bargehên rêxistina terorîst kirin hedef û depoyeke cebilxane ya terorîstan û hin bargehên wan ên ku ji bo êrîşkirinê bi kar di anîn teqandin.

Hêzên me ji ber pirbûna tunelan û mayînên ku terorîstan çandine bi derengî pêş de diçin.

Di heman demê de şerên giran di navbera hêzên me û endamên rêxistina terorîst de rû dan. 3 jinên ku bombe li xwe pêçandibûn xwe li nêzî şervanên me teqandin, di encamê de şervanekî me şehîd bû û 3 jî di asta navîn de birîndar bûn, niha li nexweşxaneyan têne tedawîkirin.

Her wiha şervanên me li nuqteyekî dest danîn ser zarokekî. Ew zarok di encama êrîşa jina xwekuj de birîndar bibû. Şervanên me yekser ew rakirin nexweşxaneyê.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî bargeh û kombûnên terorîstan kirin hedef, lê derbarê ziyanan de agahî nehatin zanîn.

Li aliyê sêyemîn ê heman eniyê, şerekî dijwar di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst de rû da. Şer bi saetan dewam kir, şervanên me pêş de çûn û 13 nuqteyên nû ava kirin. Di şerê li vir de şervanekî me şehîd bû.

Şer bi awayekî dem dem berdewam e.

Encamên dawî

- Hejmara terorîstên hatin kuştin: 87 terorîst.

-Hejmara terorîstên xwekuj: Di nav de 3 jin 7 terorîst.

- Windahiyên terorîstan: Depoyeke cebilxane hate teqandin.

-Hejmara şehîdên hêzên me : 2 şehîd.

-Hejmara şervanên me yên birîndar : 5 şervan."

(şx)

ANHA