Wênesazê biçûk behreya xwe di dibistanên Xweseriyê de kifş kir

Zarokê bi nave Mihemed Hisên jinan wek rihê jiyanê dibîne, ji ber vê yekê hewl dide rola jinan a di civakê de û di tevahiya tabloyên xwe de, bi gewde bike, her wiha hewl dide bibe yek ji girîngtirîn wênesazên pêşerojê.

Wênesazê biçûk behreya xwe di dibistanên Xweseriyê de kifş kir
Wênesazê biçûk behreya xwe di dibistanên Xweseriyê de kifş kir
17 adar, 2019   08:12

NISRÎN ALÎ / HESEKÊ

Dema ku rejîm serwer bû, Bakurê Sûriyê ji herêmên paşguhkirî bûn û tevahiya saziyên sivîl û fêrkirinê jî di nav de, di gel vê yekê rejîmê tu girîngî nedida kesên afirînêr. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an, ku tîrêjên wê li Rojava û Bakurê Sûriyê derketin û Rêveberiya Xweser a Demokratîk li tevahiya herêmên ku ji aliyê YPG, YPJ û QSD`ê ve hatine rizgarkirin, ragihandin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî piştevaniya behreyên zarokan bi rêya amadekariyên dersên xwendinê ku dûrî îdeolojiyan ne, kir.   

Yek ji wan behremendên ku li dibistanên girêdayî Xweseriya Demokratîk xwendiye û behreya wî hatiye kifşkirin, zaroka bi navê Mihemed Hisên (11) ku ji taxa Salihiyê ya girêdayî bajarê Hesekê ye.

Behreya Mihemed ji aliyê mamosteya wî Yisra Alî ve, dema tabloya xwe ya yekem di para wênesaziyê de xêz kir, hat kifşkirin. Girêdayî mijarê Mihemed wiha got: "Mamosteya min Yisra Alî behreya min a wênesaziyê kifş kir, temenê min wê demê 11 sal bû û mamosteya min ez teşwîqî wênesaziyê kirim."

Wênesazê biçûk beşdarî 3 pêşangehên dibistana xwe ya bi navê Dibistana Ehmed Mixlif a li taxa Salihiyê bû, bi vê yekê xwesteka wî zêdetir çêbû. Mihemed wiha axaftina xwe dewam kir: "Dema ku min yekemîn tabloya xwe li pêşangehê nîşan da, ez gelekî kêfxweş bûm û hêviya min a ku ez ê di pêşerojê de bibim wênesazekî navdar, raber bû."

Wênesazê biçûk rengê şîn di tevahiya tabloyên xwe de berz dike û li gorî derbirîna wî ku ew dixwaze jiyana jinan û xwezaya wan di hemû tabloyên xwe de bi gewde bike û wiha dibêje: “Ez dixwazim wênesaziya xwezayê bikim."

Nameyên ku Mihemed di tabloyên xwe de raber dike, cuda cuda ne. Hinek ji wan der barê tundiya li ser jinan û desthilatdariya mêran in, lewma wî rengê reş bi kar aniye, lê hinek tabloyên din jî der barê rola jinan di pêşxistin û awayê rêvebirina kar de ye. Her wiha çend tabloyên din jî hezkirina jinan ji xwezayê re û xwedîkirina wê ji zarokên xwe re ne.

Di dawiyê de Mihemed Hisên spasiya mamosteya xwe Yisra Alî kir, ji ber ku wê behreya wî kifş kiriye û alîkarî jê re kiriye.

ANHA