Dewleta Tirk nahêle gelê Efrînî Newrozê pîroz bike

Dagirkeriya Tirk bi rêya "Meclisa El-Mihelî (Rêveberî)" agahdariya qedexeya şahiya Newrozê li Efrînê derxist.

Dewleta Tirk nahêle gelê Efrînî Newrozê pîroz bike
17 adar, 2019   08:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di kiryar û binpêkirinên xwe yên nijadî û şovenîst de bi rêya pêkanînên îmhakirina çandî, nîjadî û guhartina demografîk li ser Efrîn û şêniyên wê didomîne.

Qaşo "Meclisa El-Mihelî" ya Efrînê ya girêdayî dagirkeriya Tirk, agahdariyek têkildarî qedexekirina şahiya Newrozê ji şêniyên Efrînê re derxist. Agahdariya ku bi navê "Ragihandinê" ye, bi erebî û tirkî hatiye nivîsandin û ji hêla Mihemed Abdulmutelêb Şêx Neisan ve bi navê serokê meclisê hatiye mohrkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelê Efrînê her sal Newroz pîroz dikir. Piştî Şoreşa Rojava hemû pêkhateyên li Efrînê bi hev re Newroz li dar dixist. Hejmara beşdarên Newrozê digihaşt 100 hezar mirovan.

(fr)