Li Helebê amadekariyên Newrozê

Şêniyên Helebê amedekariyên Newrozê dikin. Şênî cil û bergên Kurdî amede dikin û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo jî amadekariyên şahiya Newrozê dike.

Li Helebê amadekariyên Newrozê
Li Helebê amadekariyên Newrozê
Li Helebê amadekariyên Newrozê
Li Helebê amadekariyên Newrozê
Li Helebê amadekariyên Newrozê
Li Helebê amadekariyên Newrozê
Li Helebê amadekariyên Newrozê
17 adar, 2019   07:55

TOLÎN HESEN/HELEB

Bi rasthatina Cenja Newrozê şêniyên her du taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê ji beriya mehekê ve amadekariyên Cejna Newrozê dikin. Şênî cilên Kurdî ji xwe re didirûn, lewma jî terziyên taxan qerebalixin.

Di 3 salên dorpêçê de şêniyên her du taxan cejna Newrozê di bin topbarê de pîroz dikirin. Lê piştî şikandina dorpêçê  di destpêka 2017`an de şêniyan çeteyên dagirkeriya Tirk ji taxên xwe qewirandin. Şêniyan Newroza 2017’an bi ewlehî û azadî pîroz kir.

Amadekariyên şêniyan

Ji bo peydakirina pêdiviyên Roja Jinan a Cîhanê û 21`ê Adarê Kongreya Star a taxê li beşa Rojavayê taxê werşeyek dirûtina cilên Kurdî yên gelêrî vekir.

Tevî wê jî gelek werşeyên dirûtina cilan bi buhayên guncew ji bo alîkariya tevahiya şêniyan hatine vekirin.

Girêdayî wê dirûnkarê bi navê Adem Hemzê destnîşan kir ku şênî ji bo dirûtina cilên Kurdî serdana terziyan dikin. Her wiha diyar kir ku wan cilên Kurdî amade kirine û şandine kantona Şehbayê.

Jina ciwan a bi navê Meryem Cimo destnîşan kir ku ew kêfxweş e ji ber ku dê cejnê bi cilên Kurdî pîroz bike.

Komîteya Amadekar

Komîteya Amadekar a girêdayî tevgera Civaka Demokratîk a Helebê, amadekariyên Newrozê dike. Amadekarî bi diyarkirina cihê Newrozê, dika wê û xemilandina dike destpêkirin.

Her wiha komên hunerî yên girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bi hemo beşên xwe ve ( stran, govend û şano) ji beriya mehekê ve amadekariyên xwe dikin. Bi nêzbûna cejnê re xebatên xwe zêde kirine.

(şx)

ANHA