ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.03.2019
17 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê şehîdekî Meclisa Leşkerî ya Suryan ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li goristana şehîdan a Suryan Asûr oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Avrîn Amanûs li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê bispêrin axê, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star û Yekîtiya Êzidiyan a kantona Efrînê li ser salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê li Kampa Serdem û navçeya Til Rifetê du daxuyaniyên cuda didin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê  nêrîna rêveberiyê li ser pêşketinên doplomasî civîneke çapemeniyê li avahiya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Helebê amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Newrozê tê kirin, şênî ji bo Newrozê cil û bergên Kurdî çêdikin û li aliyekî din jî Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo jî amadekariyên Newrozê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Hêzên Sûriyeya Demokratîk xeta dawî ya parastinê ya DAIŞ li Baxozê şikandiye. Li herêmên “bêçek” şer didome, pê re jî pêşbirka di navbera Moskov û Tehranê de zêde dibe. Derbarê Cezayîrê de jî Bûtiflîqa bersiva zextên gele dide û însyatîfa çareserkirinê pêşkêş dike, lê mûxalif însyatîfê red dike û xwepêşandanên xwe didomînin. Her wiha êrîşa li dijî du mizgeftên Zelandaya Nû bû sedema hêrs û şînê li gelek deverên cîhanê. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Şêxên êlên El-Hinade û El-Bû Esaf destnîşan kirin ku dewletên mêtînger ên dixwazin li ser hesabê gelê Sûriyê destkeftiyên aborî û siyasî  bidestbixin, xeta şoreşa Sûriyê ji aştiyê ber bi şer ve birin. Şêxan got, çareserî di rêbeza Rêveberiya Xweser de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şîraz Hemo got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê, ji bo tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê, pêwîste hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkariyê bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Meclisa Jin a PYD‘ê derbarê Berxwedana Serdemê de paneleke li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jina bi navê Lemya Ebdo ya 60 salî,  bijîşktiya xwezayî dike, hestiyên şikestî dicebirîne, birînan didrû û jinan diwelidîne. Lemya bi dildarî xizmeta civakê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Şêniyên Helebê amedekariyên Newrozê dikin. Şênî cil û bergên Kurdî amede dikin û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo jî amadekariyên şahiya Newrozê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi dirûşmeya "Ji bo te ey Efrîn" Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê pêşengeheke şêwekariyê li Hola Erd El-Ehlam a bajarê Hesekê vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Şûnwar û Tûrîzmî ya herêma Cizîrê belgefîlmê "Nefertîtî" li Zanîngeha Rojava nîşan dide, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jin bingeha jiyanê ye, ji lew ra cewher û rola jinê di wêneyên xwe de parve dike û hewl dide bibe yek ji şêwekarên pêşerojê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Bi dirûşmeya "Bi agirê Newrozê em ê dagirkerên Efrînê bişewitînin" û ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Hesekê û Şehîdên Newroza Qamişlo Yekîtiya Ciwanên Kurd li Rojava meşekê li bajarê Qamişlo li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteyên Çandiniyê yên Reqa û gundewarê wê ji bo pêşxistina çandiniya herêmê xebatan dimeşîne û ruxsetên çandiniyê dide cotkaran da ku sûd ji tov, sotemenî û semadê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kaniya geliyê El-Sehil li gundewarê navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo miciqîbû. Lê piştî barîna miqdarêbn mezin ji baranê îsal, kanî carek din za. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA