Li sûka Dêrikê bombeyek a deng teqiya

Li sûka navnedî ya bajarê Dêrikê nêzî Navenda Hêzên HPC`ê bomeyek deng ku kesên ne diyar avêtin sûkê teqiya.

Li sûka Dêrikê bombeyek a deng teqiya
16 adar, 2019   20:03

QAMIŞLO

Nûçegihanên me ji bajarê Dêrikê ragihandin ku derdora saet 20:00`an kesên ne diyar bombeyek deng avêtin ber Navenda HPC`ê ya li navenda sûka navçeyê. Ji ber teqîna bombeyê zirarên madî gihaştin dikanan.

Ji aliyekî din ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew dever dorpêç kir û ji bo naskirina kesên ku bi vê bûyerê rabûne lêkolînan dikin.

 (şx)

ANHA