Li Reqayê bombeyek hate bêbandorkirin

Tîma bêbandorkirina meyînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê îro bombeyek li taxa Rimêlanê nêzî fekulteya Adab a li navenda bajêr bê bandor kir.

Li Reqayê bombeyek hate bêbandorkirin
16 adar, 2019   21:48

REQA

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewekariya Hundirîn a Reqayê ragihand ku bombeyek ji cureya ji dûr ve tê teqandin li taxa Rimêlanê ya Reqayê hatibû bicihkirin.  Bombe ji aliyê şaneyên veşartî yên çeteyan ve hatibû amedekirin.

Navendê tekez kir ku tîmên bêbandorkirina mayînan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê li ser agahiya sivîlan li nêzî fuklteya Adab, bombe bê bandor kirin.

(şx)

ANHA