Şêxên êlan: Çareserî di rêgeza Rêveberiya Xweser de ye

Şêxên êlên El-Hinade û El-Bû Esaf destnîşan kirin ku dewletên mêtînger ên dixwazin li ser hesabê gelê Sûriyê destkeftiyên aborî û siyasî  bidestbixin, xeta şoreşa Sûriyê ji aştiyê ber bi şer ve birin. Şêxan got, çareserî di rêbeza Rêveberiya Xweser de ye.

Şêxên êlan: Çareserî di rêgeza Rêveberiya Xweser de ye
17 adar, 2019   21:38

MIHEMED EL-EHMED-TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Şêxê Êla El-Hinade Ibrahîm El-Îsa û şêxê Êla El-Bûesaf Ubeyd El-Hesan li ser aloziya Sûriyê û çareseriya wê ji ajansa me re axivîn .

Şêxê Êla El-Hinade Ibrahîm El-Îsa destnîşan kir ku dijminên gelê Sûriyê sûd ji dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê digirin û wiha got: “Ew dijmin bi rêya ajandeyên xwe yên wek “Artêşa Azad” û DAIŞ’ê agirê fîtneyê li Sûriyê  gur dikin. Bi vê yeke asta destkeftiyên xwe yên siyasî û aborî zêde dikin.”

El-Îsa diyar kir ku çareseriya aloziyê bi danûstandinên Sûrî- Sûrî pêkan e û wiha axivî: “Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û MSD`ê bang li diyaloga Sûrî-Sûrî dikin. Hewildidin bi rêya diyalogên ku di van demên dawîn de li dar xistibûn bi navnîşan `Hevdîtin avakirin`. Hewildan  nêrînên piraniya opozîsyona hundirîn û derve bikin yek û aloziya Sûriyê çareser bikin. Her wiha hewl dan pirsgirêkên di navbera xwe û hikumeta Şamê de çareser bikin.”

El-Îsa diyar kir ku divê çareserî di hindirê Sûriyê de pêk bê û bi rêya diyalogan hemû gelê Sûriyê hemêz bike.

‘Çareserî di bicihanîna rêgeza Rêveberiya Xweser de ye’

Şoreşa Sûriyê ji parêzgeha Deraayê di sala 2011`an de bi awayekî aştiyane destpê kir, lê ji ber mudexeleya hindek dewletan şoreş veguherî şoreşek çekdarî û şerê parvekirina hegemonioyê li ser erdnîgeriya Sûriyê destpê kir.

Têkildarî mijarê şêxê Êla El-Bû Esaf Ubeyd El-Hesan destnîşan kir ku istixbarata dewletên çavbirçî ji bo xêr û berekata Sûriyê, xeta şoreşa Sûriyê ji aştiyane veguherandin çekdarî. El- Hesen got: “Di encamê de binesaziya Sûriyê wêran bû û alozî gurtir bû. Ew dewlet ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên siyasî temenê aloziya Sûriyê dirêj dikin.”

El- Hesen gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Çareserî di bicihanîna rêgeza Rêveberiya Xweser de ye. Rêveberiya Xweser hemû  pêkhateyên gelê Sûriyê hemêz kir û hewl dide aloziya Sûriyê bi rêya danûstandina Sûrî-Sûrî çareser bike."

(şx)

ANHA