Li kampa Holê hejmara malbatên çeteyan zêde dibe

Hejmara koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê di kampa Holê zêde dibe. Heta niha hejmara malbatên çeteyên biyanî gihaşt 6 hezar û 251 kesî.

Li kampa Holê hejmara malbatên çeteyan zêde dibe
12 adar, 2019   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêngava dawîn a Şerê Tunekirina Terorê de ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Malbatên çeteyan jî xwe radestî QSD`ê dikin û QSD wan dibe kampa Holê ya li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê.

Hejmara giştî ya koçber û penaberan û malbatên çeteyan gihîşt 65 hezar û 124 kesan, di nav de 6 hezar û 251 kes ji malbatên çeteyên biyanî ne.

Berpirsê komîteya têkiliyan ê kampa Holê Nebîl Hesen diyar kir ku bi domandina pêngava Bagera Cizîrê re hejmara çeteyên biyanî zêde dibe. Nebîl Hesen da zanîn ku di nav kesên li kampa Holê de malbatên çeteyên ji Sûriyê û Iraqê jî hene, ew di nava kampê de têne ferzkirin û malbatên çeteyên biyanî ji kampên taybet re têne şandin.

Berpirsê komîteya têkiliyan a kampa Holê Nebîl Hesen diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya koçberan, rêveberiya kampê niha 2 aliyên din jî amade dike.

Her wiha Nebîl Hesen teqez kir ku ew pêdiviyên mirovî yên malbatên çeteyan bi cih tînin.

(jo)

ANHA