Xaça Sor texmîn dike ku 20 hezar iraqî vegerin welatê xwe

Gerînendeyê herêmî yê Rojhilata Navîn ê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Fabriziyo Carbonî got penaberên kampa Holê nêzî 20 hezar iraqî ne û dê di nava çend hefteyan an jî çend mehan de li gorî peymana bi hikumeta Iraqê re, vegerin welatê xwe. 

Xaça Sor texmîn dike ku 20 hezar iraqî vegerin welatê xwe
12 adar, 2019   10:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêngava Bagera Cizîrê di berika dawîn a çeteyên DAIŞ’ê de li bejahiya Dêrazorê didomîne. Sivîlên û malbatên çeteyan ên têne derxistin, li kampa Holê têne bicihkirin.

65 hezar û 124 malbat di kampa Holê de hene, piraniyên wan ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne û zarok û jin in. Der barê vê yekê de, gerînendeyê herêmî yê Rojhilata Navîn ê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Fabriziyo Carbonî ji Reutersê re ragihand ku hejmareke mezin ji iraqiyên ku gihaştine kampa Holê hene. Hejmar ne fermî ye, lê bi giştî 20 hezar kes di nav de jin û zarok, hene.

Li gorî Fabriziyo Carbonî raber kiriye ku hikumeta Iraqê dixwaze penaber vegerin û wiha lê zêde kir: “Diyar e rewş tevlihev e.  Ev gefan li ewlehiyê dixwin. Dema vegerin, dibe ku werin lêpirsînkirin.”

Fabriziyo Carbonî têkildarî vegerê wiha got:" Ez dema vegerandinê nizanim, lê dibe ku di nava çend heftayan an jî çend mehan de be.”

Carbonî diyar kir ku di kampê de nêzî 900 zarokên bêkes hene û ji deverên wekî Ewropa, Asyaya Navîn û Bakurê Rojhilatê Asyayê hatine.

Dewletên rojavayî ji bo vegera çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên girtî li gel QSD’ê, bi fikar in. Di vê derbarê de jî Fransa hewl dide çeteyên nasnameya Fransayê wergirtine da ku bên darizandin, bibe Iraqê. Her wiha dewletên mîna Brîtanya û Almanyayê hewl didin hemwelatiyên wan ên di nava refên çeteyên DAIŞ’ê de, da ku nebin welatên xwe û nedarizînin, ji welatîbûnê derxin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dewletên ku çeteyên wan hatine girtin, xwest ku vegerînin welatên xwe da ku darizînin an dadgehek ji dewletên koalîsyonê bê avakirin û çete bên darizandin.

(fr)