Li herêmên bêçêk bombebaran

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê bejahiya rojhilatê Idlibê ku dikeve nav “herêmên bêçek”, bombebaran kir.

Li herêmên bêçêk bombebaran
12 adar, 2019   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku piştî saetên nîvê şeva duşemê balafirên şer ên rejîmê derdora Seraqib a aliyê rojhilatê bejahiya Idlibê bombebaran kir.

Her wiha diyar kir ku îro di saetên sibê de balafirên şer li ser asîmanê aliyê başûr û rojava yên bejahiya Idlibê û heta aliyê bakurê bejahiya Hemayê geriyan. Şeva duşemê jî deverên Markebê, Biwîda, Letamne yên bejahiya Hemayê her wiha deverên din ji Tewîl Helîb û Keîba Mehcûra ya rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Wezareta Parastinê ya rejîma Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyek ji hêzên wan êrîşeke komeke terorîst a li dijî yek ji nuqteyên leşkerî li gundewarên Miherda yê Hemayê têk bir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê, hejmarek ji terorîstan, di nav de kesên xwekuj, xwe li nêzî nuqteyê teqand, hatin kuştin. Her wiha endamekî rejîmê jî hate kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

(bx)