12`ê Adara 2004`an… bîranîneke ebedî

Bûyerên serhildana 12`ê Adara 2004`an heta niha di xeyalên hemû kesê ku ew komkujî dîtiye de ye. Ji wan Selah Biro yê ku heta niha nikare derbasî stada  Qamşlo bibe.

12`ê Adara 2004`an… bîranîneke ebedî
12 adar, 2019   08:59

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

12`ê Adara 2004`an û rojên li pey wê piştî bûyerên biêş ku li stada (yarîgeh)bajarê Qamişlo çêbûn, li bajarên Rojava serhildaneke gel li dijî rejîma Baas çêbû.

Şêniyên Rojava yên ku ew bûyer ji destpêkê dîtin û heta niha bi êş detayên wê dibêjin. Şênî teqez dikin ku ew komployek bû û bi saya yekîtiya pêkhateyên herêmê ew komplo têk çû.

Welatiyê bi navê Salih Biro (59) ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêmê Cizîrê ye. Yek ji kesên ku destek dida tîma Cîhad û yek ji şahîdên kiryarên rejîma Baasê bû.

Saliha Biro bûyerên wê rojê wiha vedibêje: "12`ê Adara 2004`an roja înê bû. Ez û hindek ciwanên navçeya Dirbêsiyê me berê xwe da bajarê Qamişlo ji bo em maça tîma Cîhad bibînin. Lê em di rê de dereng man, ji ber ku qerebalix pir zêde bû. Dema ku em gihîştin cihê maçê, hêzên rejîma Baasê derdora stadê bi temamî dorpêç kiribû. Bûyerên ku li stadê çêdibûn me guh nedida wan lê me dizanibû ku tiştek heye."

Biro di axaftina xwe de wiha pê de çû: "Bûyerên ku çêbûn destpêkê qerebalix di navbera me û endamên ku parastina deriyê veguhestinê dikirin, çêbû. Piştî wê em derbasî stadê bûn. bûyera ku destpêkê çavên min lê ket ku 2 zarok li erdê dirêjkirî bûn."

Biro diyar kir ku kesên ku destek dida tîma Fitiwê ku ji bajarê Dêrazorê hatibû, bi xwe kevir û dar derbasî stadê kiribû û wiha dewam kir: "Wan kesan kevir avêtin kesên ku destekê didin tîma Cîhad û bi daran li wan xistin."

Biro wiha pê de çû: "Her komek ji kesên ku destek didan tîma Fitiwê li yek ji lîstikvanê tîma Cîhad dixistin. Hêzên rejîmê tenê parastina kesên ku destek didan tîma Fitiwê dikirin. Rêveberê parêzgeha Hesekê wê demê Selîm Kebûl bû. Ferman da ku guleyan li kesên ku destek didin tîma Cîhad bireşînin."

Biro li ser rojên piştî 12`ê Adarê axivî û bi taybet roja 13`ê Adarê dema şêniyan xwest cenazeyên şehîdên di bûyerên stadê de oxir bikin û wiha dewam kir: "Piştî bûyerên ku li stadê çêbûn, roja 23`ê Adarê şêniyan wê cenazeyê şehîdên ku di bûyerê de şehîd bûbûn, oxir bikin. Di merasîma oxirkirinê de hêzên rejîma Baas gule ber bi şêniyan ve reşandin. Di encama wê de bi dehan şênî şehîd bûn û hêzên rejîmê nehiştin ku kes nêzî wan bibe."

Biro teqez kir ku armanca wan bûyeran ku tevlîhevî di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêkin û ev tişt got: "Îro em dibînin ku komploya wan bi saya yekîtiya gelê herêmê û parastina xaka, têk çû. Serkeftinên ku hatine bidestxistin hemû bi saya yekîtiya pêkhateyên herêmê bû."

Salih Biro hemû şehîdên roja 12`ê Adara 2004`an bi bîr anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew roj dê her tim di bala me be. Ji wê roja heta roja îro dilê min raneke ku ez careke din derbasî stadê bibim."

(bx)

ANHA