Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran cara 797’emîn serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re cara 797’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
12 adar, 2019   08:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal û Faîk Ozgur bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 797’emîn serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.