Jinên Helebê: Leyla Guven dengvedana jinên cîhanê ye

Jinên ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku çalakiya Leyla Guven dengvedana her kesî ye, bi rêya berxwedana xwe îsbat kir ku jin xwedî îrade ne û piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven anî ziman.

Jinên Helebê: Leyla Guven dengvedana jinên cîhanê ye
12 adar, 2019   09:19

TOLÎN HESEN – HENAN MIHEMED / HELEB

Di roja 125`an a çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven de  ku li dijî rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê,  roj bi roj rewşa wê ya tenduristiyê xerabtir dibe.

Bi dewamkirina çalakiyê re, gelê Kurd jî israra berxwedanê zêde dike. Têkildarî mijarê, jinên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê ji ajansa me re axivîn.

Jina bi nave Sîham Mistefa teqez kir ku çalakiya grevê ya Leyla Guven dengvedana hemû cîhanê ye û bi rêya berxwedana wê îsbat bû ku jin xwedî îrade ne û wiha dewam kir: "Ew berxwedan morala me bilind kir, em wek jinên Şêxmeqsûdê em ê çalakiyên xwe dewam bikin da ku asta têkoşînê bilindtir bibe û tecrîda giran a li ser rêber Apo rabe."

Sîham wiha dewam kir: "Parlamenter Leyla Guven ji çalakiya xwe venagere heta ku tecrîd ji ser rêber Apo rabe, em ê jî têkoşîna xwe bilindtir bikin û li pêşiya dewletên desthilatdar bisekinin."

Her wiha jina bi navê Sebah Xelîl destnîşan kir ku armanca dewletên desthilatdar di serî de dewleta dagirker a Tirk ji tecrîda li ser Ocalan ew e ku derbeyê li şoreşa Rojava bixe û wiha got: “Lê em wek jin israra me di berxwedanê de zêdetir bû û mînaka wê jî berxwedana têkoşer Leyla Guven e ku di çalakiya xwe ya bêdem û dorveger de ye.”

Şêniya bi navê Zeyneb Ebdulqadir jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo çalakiyên gel bide rawestandin hişt ku birayê Ocalan wî bibîne û wiha dewam kir: "Em nakevin xefikên Tirkiyê, bi rêya berxwedana Leyla Guven em ê rêberê xwe azad bikin."

(jo)

ANHA