Nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê di merasîmekê de nasnameya du şervanên YPJ`ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
Nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
Nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
Nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
11 adar, 2019   17:29

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê bi merasîmekê li gundê Til Ciman ê girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo nasnameya  şervanên YPJ`ê eşkere kir. Şervana YPJ’ê Xezalê Qasim bi nasnav Nûda Koçer di 7’ê Adara 2018’an û Silava Seîd bi nasnav Dîlan Cûdî ku di 12’ê Adara 2018`an, di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kir.

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, bajarê Dêrikê, şervanên YPG û YPJ`ê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir,  her wiha şervanên YPG û YPJ`ê toreneke leşkerî lidar xistin.

Di merasîmê de yek ji fermendarên YPJ`ê Kurdistan Xêrkî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Kurdistan tekez kir ku gelên herêmê bi saya keda zarokên xwe yên şehîd di nav bi azadî dijîn. Kurdistan soza şopandina rêya şehîdan heya serkeftinê û rizgarkirina xaka dagirkirî da.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Ubêd axivî û destnîşan kir ku şervanên YPG û YPJ`ê di Berxwedana Serdemê de dijî  dagirkeriya Tirk berxwedanek mezin nîşan dan û got: "Bi giyana wê berxwedanê em ê berxwedanê heya rizgarkirina Efrînê berdewam bikin."

Piştre bawernameyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(şx)

ANHA