`Jina Kurd bi berxwedana xwe ji jinên cîhanê re bûye mînak`

Şandeya ji herêma Baskê di panela ku Kongreya Star a Kobanê orgenîze kiribû de got,  berxwedana jina Kurd û Leyla Guven ji têkoşîna jinên cîhanê re bûye mînak.

`Jina Kurd bi berxwedana xwe ji jinên cîhanê re bûye mînak`
11 adar, 2019   17:15

KOBANÊ

Kongreya Star a Kobanê panelek li Navenda Ciwanên Şoreşger li dar xist. Di panelê de nûnerên tevgerên jin ên herêma Baskê, endam û rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl, nûnerên Kongreya Star, yek ji fermendarên YPJ`ê Engîzek Kobanê û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Sara Xelîl amade bûn.

Di despêka panelê de nûnera Tevgera Jin a Herêma Baskê Lora Tîksa li ser têkoşîna jinên herêma Baskê ku li dijî binpêkirinên hikumetê dimeşînin axivî. Lora qala bêparhiştina jinan ji mafên xwe yên çandî, civakî, siyasî û perwerdehî kir.

Lora diyar kir tevgera jin  di dîrokê de li dijî hişmendiya mêrdestiyê ya ku jin kiriye kole têkoşiye û wiha got: “Jinan li dijî hemû curên tundiyê têkoşiye û rolek pêşeng di hemû qadan de lîstiye.”

Endama şandeyê Ana Etîksa qala têkoşîna jina Kurd di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê û hişmendiya mêrdestiyê kir û wiha got: “Têkoşîna jina Kurd, têkoşîna rûmet û mirovahiyê ye. Jinên Kurd û bi taybet  parlamenter Leya Guven ji tevahiya jinên cîhanê re bûne sembola berxwedanê.”

Di panelê de fermendara YPJ`ê Engîzek Kobanê diyar kir ku YPJ ne tenê nûnertiya jina Kurd dike, YPJ bûye hêzek navneteweyî. Engîzek Kobanê tekez kir ku jinan rolek pêşeng di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de ji destpêka aloziya Sûriyê ve lîstine û wiha got: “Ruxmî derfetên kêm jî di tevahiya eniyên şer de cih girt.”

Engîzek destnîşan kir ku jin di şikandina êrîşên çeteyan ên li ser bajarê Kobanê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destanên lehengiyê nivîsîn.

Her wiha di panelê de cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û destnîşan kir ku şoreşa jin ji bajarê Kobanê destpê kir, ji ber wê çeteyên DAIŞ`ê şoreş kirin hedef.

Sara tekez kir ku piştî rizgarkirina bajarê Kobanê jin rolek çalak di hemû qadan de lîst û karî benda koletiyê bişkîne.

(şx)

ANHA