Iraq û Îran: Dê peywendiyên me bidomin

Serokkomarên Iraq û Îranê piştî civîna li Bexdayê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî got ku bi salane peywendiyên wan li gel Iraqê hene û ew dest ji van peywendiyan bernadin.

Iraq û Îran: Dê peywendiyên me bidomin
11 adar, 2019   17:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî îro gihişt Bexdayê. Ruhanî bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtinek pêk anî. Piştî civînê her du serokkomaran daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.

Destpêkê serokkomarê Iraqê Berhem Salih axivî û got ku ew têgihiştine ku welatên herêmê ji giringiya aramiyê û asayîşa li Iraqê têgihiştine. Piştgiriya ji bo bicihanîna ewlekarî ya Iraqê gelek girînge. Salih got, ew ji ber ku Iraq bûye navenda dîdaran ji bo sudgirtina navbera gelên herêmê gelek kêfxweş e. Berhem Salih di berdewamiya axaftina xwe de got, Iraq bi cîrantiya Tirkiye û Îranê gelek kêfxweş e.

Piştî  Berhem Salih serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî axivî û got: “Ji ber pêşwaziya germ ez spasiya gelê Iraqê dikim. Peywendiyên her du welatan gel bi yek ve dide girêdan. Ji ber ku peywendiyên me ne nûne. Bi hezaran sale peywendiyên me yên olî, rewşenbîrî, dîrokî û herêmî hene. Em dest ji van peywendiyên xwe bernadin û divê ji bo başkirina van peywendiyan gelek kar were kirin.”