Li Baxozê şerê dijwar didome

Piştî ku bi dehan çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirin, li Baxozê şerên dijwar didomin.

Li Baxozê şerê dijwar didome
11 adar, 2019   16:49

DÊRAZOR

Nûçegihanên ajansa me yên ku qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê dişopînin, ragihandin ku piştî aramiya ku di eniyên Baxozê de di çend saetên dawîn de serwer bû û bi dehan çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirin. Piştî ku çeteyan xwe re radestî QSD’ê kirin, dîsa li tevahiya eniyên Baxozê şerên dijwar destpê kirin.

QSD û balefirên Koalîsyona Navdewletî gelek nuqteyên çeteyan rûxandine. Ji ber hejmara zêde ya mayînan li devera ku çeteyên DAIŞ`ê  xwe lê asê kirine, QSD hêdî pêşdikeve.

(şx)

ANHA