Rêveberiya Xweser rêbazên piştgiriya koçberên kampa Holê nîqaş dike

Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînekê de, bang li tevahiya rêxistinên ku li herêmê kar dikin kir ku desteka pêwîst bi koçberên  nû yên li kampa Holê re pêşkêş bikin. Her wiha makanîzmeyek nû ji bo wergirtina ruxsetên rêxistinan li herêmên Rêveberiya Xweser şîrove kir.

Rêveberiya Xweser rêbazên piştgiriya koçberên kampa Holê nîqaş dike
11 adar, 2019   16:22

GIRÊ SPÎ

Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asyaî bi rêxistinên ku li herêmên Rêveberiya Xweser re dixebitin li dar xist.

Civîn bi armanca nîqaşkirina xebatên rêxistinan û plansaziya dema bê hat lidarxistin. Civîn li  avahiya rêveberiyê ya li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî pêk hat. Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadêr Miwehed û nûnerên hemû rêxistinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, beşdarî civînê bûn.

Beşdaran xebatên girîng ên dema bê nîqaşkirin. Hinek xebatên giring sererastkirina binesaziya herêmê, pêşkêşkirina destekê ji şêniyên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, ji bo ku wan teşwîq bikin da ku vegerin warên xwe, nîqaş kirin.

Her wiha rewşa koçberên li kampan û alîkariyên ku rêxistin ji wan re pêşkêş dikin bi taybet Kampa Holê ya ku ji hêla rêxistinan ve hatiye paşguhkirin hatin gotûbêjkirin.

Li kampa Holê zêdetirî 63 hezar koçberên ku ji hêla QSD`ê ve di van demên derbasbûyî de hatine rizgarkirin, hene.

Di civînê de hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadêr Miwehed bang li tevahiya rêxistinan kir ku di zûtirîn dem de, desteka pêwîst ji koçberên Kampa Holê re pêşkêş bikin û pêdiviyên wan ên bingehîn peyda bikin.

Miwehed destnîşan kir ku wek rêveberiya herêmê ew amade ne ku bi tevahiya rêxistinên ku dixwazin alîkariya koçberan bikin, hevkariyê bikin û xebatên wan hêsan bikin.

Di berdewama civînê de Miwehed makenîzmeya nû ya wergirtina ruxsetê şîrove kir û diyar kir ku ruxset tenê bi rêya Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê tên dayîn.  Ruxset ji aliyê komîteyek çaralî ve tê nirxandin, dema wê salek e û carek din tê nûkirin.

Piştre gelek pêşniyar û pirsgirêkên ku rêxistin rastpêtên hatin nîqaşkirin û dê ew pirsgirêk bi rêya koordîneya bi Desteya Karûbarên Civakî werin çareserkirin.

Di dawiya civînê de Komxebata Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporek girêdayî makanîzme û rêbazên desteka ku rêxistinên herêmê werdigirin pêşkêş kir.

(şx)

ANHA