Şaneyên veşartî du şervanên QSD`ê hedef girtin

Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê gule li du şervanên QSD`ê li bajaroka El-Buseyra ya bejahiya Dêrazorê reşandin û di encamê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Şaneyên veşartî du şervanên QSD`ê hedef girtin
11 adar, 2019   15:03

DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ`ê ku nefesa xwe ya dawî li gundê Baxozê dikşînin, şaneyên wê ketin tevgerê. Di vê çarçoveyê de, du çeteyên DAIŞ`ê îro du şervanên QSD`ê li gundê Berîha yê navçeya El-Busyera yê rojhilatê Dêrazorê kirin hedef. Di encamê de, şervanek şehîd bû û yek jî birîndar  bû. Şervanê birîndar niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku  her du şervanên QSD`ê ji Foca 6`an bûn û dema ji erka xwe ya leşkerî vedgeriyan, bûn hedefa şaneyên veşartî yên çeteyan.

Çeteyan piştî bûyerê yekser reviyan, lê Hêzên Têkoşîna Terorê yekser ketin nava tevgerê û lêkolînê dikin.

(kc)

ANHA