Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hat xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê serdana konê sersaxiyê yê 21 cangoriyên Berxwedana Serdemê kirin û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hat xwestin
11 adar, 2019   14:45

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê berê xwe dan konê sersaxiyê yê 21 şehîdên Berxwedana Serdemê. Konê sersaxiyê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qirahê yê navçeya Ehdesê ya kantona Şehbayê hatibû  vedan. Navên şehîdên YPG û YPJ`ê wiha ne: Avrêl bi rastnav Zozan Ebdo, Baran Cindirêsê bi rastnav Receb Reşîd, Piling Şêrawa bi rastnav Receb Nebo, Can Polat Şêrawa bi rastnav Mihemed Oso, Cûdî Sêvan bi rastnav Elî Mistefa, Xemgîn Amed bi rastnav Selîm Xelîl, Dilmir Efrîn bi rastnav Dilgeş Koto, Rojhat Canda bi rastnav Mihemed Mistefa, Zekeriya Zerdeşt bi rastnav Rûdî Xelîl, Serdar Gefer bi rastnav Ebdo Horo, Serhad Efrîn bi rastnav Mihemed Kirîş, Şiyar bi rastnav Menan Hiso, Savaş Enedanî bi rastnav Edhem Abdullah, Egîd Efrîn bi rastnav Gulîn Ismaîl, Egîd Efrîn bi rastnav Henîf Necar, Firat Efrîn bi rastnav Hesen Bekir, Ferhad Efrîn bi rastnav Nasir Nasir, Kendal bi rastnav Xelîl Nasan, Gîvara bi rastnav Ibrahîm Meimo, Murad Efrîn bi rastnav Xelîl Reşo û Hawar bi rastnav Xelîl Mihemed.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û ala Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatibû xemlandin.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Munzir Hebeş, endama Kongreya Star Emîne Umer, endamê Meclisa Kantona Şehbayê Nûrî Welo û endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso axivin.

 Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku şehîdan ji bo avakirina civakeke demokratîk li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê canê xwe feda kirin.

Di dawiya merasîmê de, endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şêrin Mihemed, Dijle Weqas û Ronî Hemo bawernameya şahadetê a şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(kc)

ANHA