Bi dehan çete û jinên DAIŞ`î xwe radestî QSD`ê dikin

Piştî ku duh êvarê QSD’ê ragihand ku dê operasyona leşkeri li Baxozê bide destpêkirin, bi dehan çeteyên DAIŞ`ê û jinên DAIŞ’î xwe radestî QSD`ê kirin.

Bi dehan çete û jinên DAIŞ`î xwe radestî QSD`ê dikin
11 adar, 2019   15:51

DÊRAZOR

Duh di saet 18:00`an de, QSD’ê ragihan ku dest bi operasyona li Baxozê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kiriye. Li ser wê duh êvarê û heya îro şer bi dijwarî li tevahiya eniyên gundê Baxozê rû didome. QSD ji gelek aliyan ve pêşde çû.

Nûçegihanên ajansa me yên ku qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê dişopînin, ragihandin ku ji duh êvarê ve bi dehan çeteyên DAIŞ`ê û jinên DAIŞ`î teslîm bûn, ji gund derketin û xwe radestî QSD`ê kirin.

Di dîmenên ku nûçegihanên me kişandine de, derketina çeteyan ji Baxozê xuya dibe.

(şx)

ANHA