HPG`ê nasnameya şehîdên Botan û Amanosê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayên li Botan û Amanosê şehîd bûn eşkere.

HPG`ê nasnameya şehîdên Botan û Amanosê eşkere kir
11 adar, 2019   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayên par şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Sîstema faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe di şerê qirkirinê yê dijî gelê Kurd de bi ser bikeve, hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne û bi rengekî topyekûn êrîşî tevgera me ya azadiyê û gelê me dike. Lê belê li dijî mêtîngeriya ku dixwaze her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedayî şer dikin, li qada Kurdistan û Tirkiyeyê asteke girîng a têkoşînê afirandine û êrîşên dijmin têk birine. Di nava vê têkoşînê de hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend di Adara 2018'an de li herêmên Botan û Amanosê şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ev hevrêyên me yên hêja, her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê bi şiyara 'Rêberê azad, Kurdistana azad' tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûn û têkoşîneke mezin meşandin. Bi ked, fedakarî û tevlîbûna xwe ya durust, her tim hewl dan li ser xeta Rêbertî bi rengekî rast bimeşin. Hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend ku neferên leheng ên gelê me ne û li refên herî pêş li dijî dijmin şer kirin, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û ji hevrêyên xwe re bibin mînak.

Her yek ji van hevrêyên me bîrdariya berxwedanê ne. Em careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku wan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

*****

Nasnav: Diyar Gabar

Nav paşnav: Mahsûm Îlhan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayikê: Fatim

Navê bav: Mûsa

Cih û dîroka şehadetê: 17'ê Adara 2018'an/Gabar

*****

Nasnav: Rûhat Cûdî

Nav paşnav: Enes Çabek

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayik: Melek

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 17'ê Adara 2018'an/Gabar

*****

Nasnav: Derwêş Agît

Nav paşnav: Qasim Huseyîn

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Navê dayik: Kelîme

Navê bav: Mûstafa

Cih û dîroka şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

*****

Nasnav: Ferhat Sîîrt

Nav paşnav: Necmettîn Kûtûm

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayikê: Saadet

Navê bav: Şukru

Cih û dîroka şahedetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

*****

Nasnav: Hakî Têkoşer

Nav paşnav: Suleyman Kiliç

Cihê jidayikbûnê: Dîlok

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Mehmer

Cih  û dîroka şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

*****

Nasnav: Siyabend Serhat

Nav paşnav: Tanjû Demîr

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dayikê: Aliye

Navê bav: Cezmî

Cih û dîroka şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos