Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa têkoşîna QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê, vegera koçberên Sûriyê, serhildanên li Cezayîrê, agirbesta Yemenê, serdana wezîrê karên derve yê Îranê ji bo Iraqê û avakirina hikumeta Filistînê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
11 adar, 2019   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Piştî muhleta radestkirina DAIŞ`ê bi dawî bû, şerê dawîn ê li Baxozê careke din hate destpêkirin

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewest behsa êrîşa dawîn a li ser DAIŞ`ê kir û wiha got: “Li gorî berdevkên QSD`ê, piştî bidawîbûna muhleta radestkirina endamên rêxistinê, şer li dijî rêxistina DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê yê Rojhilatê Sûriyê ku cihê DAIŞ`ê yê herî dawî ye, careke din dest pê kir.”

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Mustefa Balî ragihand ku balafiran depoyên cebilxaneyê yên rêxistina DAIŞ`ê kirin hedef, ev yek jî di demeke ku hêzên wan dest bi êrîşa li ser radîkalan li Baxozê ya nêzî sînorê Iraqê kir, pêk hat.

Hêzên Sûriya Demokratîk, roja yekşemê ragihand ku muhleta radestkirina endamên rêxistinê li Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.”

El-Heyat: Desteyeke girêdayî NY’yê ji bo komkujiyên ku li Sûriyê rû dan, komkirina îsbatan dewam dike

Rojnameya El-Heyat jî behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: “Desteya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Nîsana 2018`an ve, dest bi komkirina îsbatatan li ser komkujiyên ku di 8 salan de li Sûriyê rû dane, kir.”

El-Qudis El-Erebî: Vegerandina peykerê Hafiz Esed hişt ku careke din meşên gelêrî li bajarê Deraa ku şoreş ji wir dest pê bû, werin lidarxistin

Ji aliyê xwe ve, rojnameya El-Quds El-Erebî jî behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: “Li parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyê meşek hate lidarxistin û sloganên rûxandina rejîma Sûriyê berz kirin û peykerê nû yê Hafiz Esed rûxandin. Di heman demê de, di navbera şêniyên Siwêdê ya aliyê başûrê Sûriyê û komên çekdar û hêzên rejîmê şer derket.”

El-Ereb: Qebûlkirina vegera koçberan ji aliyê civaka navneteweyî ve rastî sarbûnekê ji aliyê Şamê ve tê

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Di demên dawîn de, gelek nîşaneyên ku civaka navneteweyî dixwaze koçberên Sûriyê vegerin warên xwe, derketin. Çavdêr dibînin ku Şam bi germî nêzî vegera koçberan nabe, ji ber ku piraniya koçberan ketine lîsteya muxalefetê.”

Cezayîr

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa serhildanên li Cezayîrê kir û wiha got: “Serokê Cezayîrê duh dîsa vegera welatê xwe, piştî du hefteyan ku li nexweşxaneya Cinêvê ma. Di heman demê de, çalakiyên gel, veguherî greva giştî.”

Yemen

Rojnameya El-Ereb mijara Yemenê jî nirxand û ev tişt got: “Li parêzgeha El-Hudeyda ya aliyê rojava yê Yemenê, tevliheviyek heye, dibe ku ev yek agirbestê têk bibe. Heta niha Hûsiyan tu bendên hevpeymana Siwêdê der barê agirbestê de pêk neaniye.”

Filistîn

Têkildarî mijara avakirina hikumeta Filistînê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Piştî ku serokê Filistînê Mehmûd Ebas ji bo avakirina hikumeta nû hate erkdarkirin, li pêşiya yek ji rayedarên tevgera Fetih, Mihemed Aştiya du hefte man ku hikumeta xwe pêşkêş bike, lê tevgera Hemas ev yek red kir.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Serdana wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zerif ji bo Iraqê, piştî ku hikumeta Iraqê ragihand ew cezayên Amerîka li ser Îranê pêk nayne, Bexda xist rewşeke tengav.

(kc)