`Efrîn giyan e, gelo em ê çawa bê giyan bijîn?`

Şêniyên Efrînê diyar kir ku ew li kantona Şehbayê dimînin da ku berxwedana xwe li dijî dagirkeran bidomînin, ji ber ku erdnîgariya herêmê nêzî Efrînê ye û wiha got: "Efrîn giyan e, gelo çawa em ê bê giyan bijîn?"

11 adar, 2019   09:00

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, şêniyên Efrînê kantona Şehbayê ji xwe re wek stargeh diyar kir da ku têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Çawa li Efrînê li hember dagirkeriyê li ber xwe dan, îro li Şehbayê bi rêbazên cuda li ber xwe didin.

Şêniyên Efrînê yên ku li Kampa Serdem bi cih bûne, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û sedema mayîna herêma Şehbayê wek cihekî ji bo berdewamkirina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ji me re diyar kirin.

Şêniyê bi navê Osman Osman tekez kir ku wan li Efrînê tevî êrîşên dijwar li ber xwe da û wiha got: “Îro jî li kantona Şehbayê tevî zehmetiyên jiyanê ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kiribû, li ber xwe didin. Ji ber ku erdnîgariya Şehbayê nêzî Efrînê ye, şêniyan wek bingeha berdewamkirina berxwedana xwe diyar kiriye.”

Di dawiyê de Osman destnîşan kir ku ew ê bi berxwedana xwe li Şehbayê, Efrînê rizgar bikin û wiha domand: "Divê kesên ku demokrasiyê îdia dikin, werin herêmê û rewşa me bibînin. Tiştek ji bilî rizgarkirina Efrînê ji bo me ne girîng e. Em dizanin ku em ê bi vê berxwedanê Efrînê rizgar bikin."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Hesen Mihemed wiha got: "Gelo bi kijan mafî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê dikin? Gelo ji ber ku em xwedî vîn bûn û di nav demokrasiyê de bûn? Gelo ew bawer dikin ku dê bi hişmendiya xwe ya hovane me bikin kole? Ew şaş in, em ji tiştekî natirsin û li hember dagirkeran heya ku şehîd bikevin em ê li ber xwe bidin."

Mihemed wiha berdewam kir: "Em xwediyên vê xakê yên rastîn e. Efrîn giyan e, gelo bê giyan em ê çawa bijîn? Tiştek ji bilî rizgarkirina Efrînê me li Şehabyê nagire. Di dîrokê de welatê me ji hêla dewletên dijberî gelê Kurd ve hatiye dagirkirin. Li Şehbayê me careke din me xwe bi rêxistin kir û bêyî alîkariya tu kesî em xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin."

Şêniyan got Efrîn kantona aştiyê û ewlehiyê bû û wiha axivîn: “Hembêza xwe ji hezaran ji gelê Sûriyê re vekir. Em ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derketin û berxwedana me dê bibe sedema vegera me ya Efrînê."

(şx)

ANHA