Qişle.. cihê herî bilind ê herêma Firatê

Gundê Qişle li navenda deştên herêma Firatê ye û wek bilindtirîn lûtkeya herêma Firatê tê hesibandin. Vî girî roleke mezin di êrîşên li dijî êlên Kurdan de di serdemên berê de lîstiye.

Qişle.. cihê herî bilind ê herêma Firatê
11 adar, 2019   08:55

KOBANÊ

20 km dûrî bajarê Kobanê ji aliyê başûr ve giren (kaş) berfireh û bilind hene. Girê herî bilind bi 700 metreyan e.

Dema rewşa hewayê guncaw be, çiyayê Nemrudê yê li Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi 130 km ber bi bakur ve dûr in, ji gir ve xuya dibe. Ji aliyekî din ve dûrbûna dîtinê ber bi başûr ve digihîje 50 km’yan. Girê Qişle bi 50 metreyan ji Til Berkel bilindtir e.

Yek ji şêniyên gundê Qişle yê bi navê Hesen Dabe dibêje ku gir roleke mezin di serdemên diyar de dema gundên Kurdan rastî êrîşan hatine, di serî de êrîşên Osmaniyan, lîstiye. Wê demê agir li ser gir dihat pêxistin da ku şêniyên gundên deştan hişyar bikin ku xetereyek heye.

Gund navê xwe ji navê gir `Qişle` girtiye. Qişle bi zimanê tirkî jê re dibêjin ‘Kişlag’ ku tê wateya baregeh. Osmaniyan dema xaka herêmê dagir kiribû, gir wek mezintirîn baregeha xwe bi kar anîbû.

Ji aliyekî din ve û di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de piraniya xaka Sûriyê, gir wek navenda çavdêriya deverên derdorê di êrîşên Îlona 2014`an de li ser kantona Kobanê bi kar anî.

(şx)

ANHA