Serpêhatiya apê Osman a di Berxwedana Serdemê de

Apê Osman beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi rola perwerdekirina şêniyên gundê xwe li ser bikaranîna çekan rabû, da ku destkeftiyên şoreşê li herêmê biparêzin. Di Berxwedana Serdemê de jî derketina ji Efrînê red kir û piştgiriya şervanên YPJ û YPG`ê kir.

Serpêhatiya apê Osman a di Berxwedana Serdemê de
11 adar, 2019   07:25

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Di Berxwedana Serdemê ya 58 rojan de, gelê herêmê giyanê şoreşgerî li hember dagirkeran nîşan da. Biçûk, kal û pîr û jinan çek rakirin û bi serbilindî li hember balafirên dagirkeriyê sekinîn.

Malbata apê Osman Îbîş jî yek ji wan malbatên welatparêz e. Malbata apê Osman ji 10 endaman pêk tê û ji gundê Çeqmaqa Mezin ê girêdayî herêma Raco ya Efrînê ye. Heya 40 rojan li hember balafir û topbarana dagirkeriyê li gund li ber xwe dan.

Osman Îbîş 60 salî û bavê şehîdeke YPJ`ê ye. Apê Osman berxwedana destanî ya ku li rex şervanên YPJ û YPG`ê nîşan daye, wiha vedibêje: "Beriya ku êrîşên dagirkeriyê dest pê bikin, bi çend mehan me xwe li ser rêgezên jiyana şoreşgerî bi rêxistin kir. Me komîn ava kirin, komîteya parastinê aktîf kir û yek ji erkên me yên sereke, perwerdekirina şêniyan ji bo bikaranîna çekan bû."

Apê Osman dibêje ku perwerdeyên bikarnîna çekan roleke girîng di tevlêbûna şêniyan a di Berxwedana Serdemê de û sekinandina li hember êrîşan lîst.

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê di 20`ê Çileya 2018`an de apê Osman wiha got: "Tevahiya pêkhateyên Efrînê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe da. Topbarana li ser gundê Çeqmaqa ya herî dijwar bû, ji ber ku nêzî sînor e. "

Piştî topbarana dijwar rewşa şêniyan trajedîk dibe, gelek ji wan neçar dimînin berê xwe bidin navenda kantonê. Lê apê Osman tevî malbata xwe li gund dimîne û li rex şervanan heya 40 rojan li ber xwe didin.  Di wê demê de apê Osman tevî malbata xwe piştgiriya şervanan dike û birîndaran dibin nuqteyên tenduristiyê li navçeya Mabatayê.

Têkildarî veguhestina birîndaran apê Osman diyar kir ku ji ber hedefgirtina balafirên artêşa Tirk a dagirker, erebeyên ku pê birîndar vediguhestin nuqteyên tenduristiyê, gelek zehmetî kişandin.

Ji aliyekî din ve apê Osman tevî 2 kurên xwe xwarin ji şervanan re peyda dikir û da ku bigihînin şervanan li eniyan zêdetirî 20 km dimeşîn. Tevî şehîdketina şervanan û birîndarbûna hinekan, lê apê Osman di mayîna li gund de bi israr bû.

Her wiha kurê apê Osman Mixlis Îbîş behsa rûdanên ku bi wan re qewimîne kir: "Min alîkariya bavê xwe di piştgiriya şervanan de dikir. Min hêz û cesareta xwe ji wî digirt û her çi qas rê dirêj bû, ez neditirsîm. Ji ber ku ez bi erka xwe radibûm, ew jî erka her şêniyeke Efrînê bû."

Piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, apê Osman tevî malbata xwe mîna bi hezaran ji şêniyên Efrînê neçar dimînin ji Efrînê derkevin û berê xwe didin kantona Şehbayê. Niha apê Osman li navçeya Ehdasê bi cih bûye û di nav komîna taxa xwe de cih digire. Apê Osman  berdewamkirina berxwedanê û soza vegera Efrînê tekez dike.

(şx)

ANHA