Li Mûsilê teqîn: 2 mirî û 10 birîndar

Li Bajarê Iraqê, Mûsilê êrîşek xwekujî pêk hat, di encam de yek jê polîs 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Li Mûsilê teqîn: 2 mirî û 10 birîndar
9 adar, 2019   08:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navenda bajarê Iraqê Mûsilê li ber aşxaneyekê şevê din bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşa xwekujî pêk hat.

Di êrîşê de yek jê polîs 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane jine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Tevna Parastina Iraqê ve hatiye dayîn, êrîş bi wesayîtekî bombebarkirî pêk hatiye û di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Mûsilê. Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.