Şervanên jin ên Minbicê: Her roj Roja Jinan a Cîhanê ye

Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku têkoşîna wan a li hemberî nîjadperestî û zilmê bingeha xwe ji Roja Jinan a Cîhanê digire û soza parastina hemû jinan da.

Şervanên jin ên Minbicê: Her roj Roja Jinan a Cîhanê ye
9 adar, 2019   08:19

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Şervana bi navê Cewahir Erîma diyar kir ku  8‘ê Adarê ji bo wan rojeke girîng e û wiha got: “Ji ber ku jinan bi hêz û îradeya xwe di Roja Jinan a Cîhanê de serkeftin qezenc kirine. Berê jin bê maf bûn û tevî ked û têkoşîna wan, rola wan dihat înkarkirin. Ji roja ragihandina  Roja Jinan a Cîhanê û heta niha, jinan ji bo mafên xwe serî hildaye.”

Şervana bi navê Melek Minbic jî wiha got: “8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê ye. Em şervan bi saya têkoşîna jinan bi azadî û bi rûmet dijîn.”

Şervana bi navê Şêraz Minbic jî wiha axivî: “Jinan mîrasa têkoşîna jinên serhildêr girtiye. Em bi saya wan gihîştine vê astê û zanabûnê.”

Şervanan di dawiya axaftinên xwe de soz da ku ew ê li hemberî hemû cure zilm û neheqiya li ser wan, tê bikoşin.

ANHA