Şervanên YPJ`ê 8’ê Adarê pîroz kirin

Dun bi sedan şervanên YPJ’ê yên herêma Firatê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Pêwîste em xeta jiyana xwe bikin xeta berxwedan û tekoşînê ji bo afirandina jiyaneke azad.”

Şervanên YPJ`ê 8’ê Adarê pîroz kirin
9 adar, 2019   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi sedan hêzên yekîneyên parastina jin YPJ’ê û şervanên QSD’ê li herêma Firatê navçeya Eyîn Îsa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi merasîmeke leşkerî pîroz kirin. Di merasîmê de seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed, fermandarên YPJ’ê Zinarîn Kobanê, Avaşîn Efrîn û Rojda Minbic amade bûn. Di merasîmê de seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, şervanên YPJ’ê û jinên tekoşer pîroz kir û got: “Pêwîste em xeta jiyana xwe bikin xeta berxwedan û tekoşînê ji bo afirandina jiyaneke azad.”

Îlham gotinên xwe wiha domand: “Di rûpela dîrokê de ev roj rojekî ku di jiyana jinan de nayê ji bîrkirine. Jinên berxwedêr û tekoşer di destpêka dîrokê de ji bo, bi destxistina mafê xwe û avakirina wekheviya di navbera her du cinsan de têkoşiyane. Di roja îro de jinên Sûrî hîna ji ber teror û hişmendiya mêrê serdest di nav şer, şidet û zilmê re derbas dibin. Di nava şerê tê jiyan kirin de enerjiyek cidî winda dike. Li hemberî vê, jinan bi tekoşîna xwe di nav civaka Kurd, Ereb, Sûryan û Tirkmenan de rêxitina rizgarkirina jinê ji hişmendiya serdest ava kirine. We bi sekna xwe ya berxwedêr di roja îro de rêxistina terorî têk bir. We pêşengtî ji serkeftinên mezin yên di her qada şoreşê de ava bûne re kir. Ev tekoşîna we di rûpela dîrokê de efsane nivîsand.

Her wiha Îlham, anî ziman ku pêwîste em xeta jiyana xwe bikin xeta berxwedan û tekoşînê ji bo afirandina jiyaneke azad û wiha berdewam kir: “Ji bo wê pêwîste em terorê bi dawî bikin, lê ne tenê terora ku bi çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin, berovajî em terora ku bingeha xwe ji pergala baviksalarî digre nas bikin ku em bikaribin di jiyana xwe de xeta berxwedanê misoger bikin. Em îro bi sekna we ya pîroz gav bi gav berbi azadiyê ve diçin, ji ber we, bi tekoşîna xwe jin rizgakir kirin. Ceribandina ku we di vê warî de girtî tenê di perçeyekî biçûk de namîne, wê belavî tevahî Rojhilata Navîn bibe. Wê ev ceribandin bibe ya hemû jinên cîhanê ku îro bi serekftinên we serbilindin.”

Di dawî de Îlham Ehmed, 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr, xwediyê fikra azad û hemû şervanên ku di çeperan de li ber xwe didin pîroz kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em li ser wê bingehê soz didin, em ê tekoşîna xwe bimeşînin û li ber xwe bidin. Daxwaza serkeftinê ji were dikim. Di şexsê şehîd Barîn, Arîn û Avesta de hemû şehîdên ku di oxira pêkanîna azadiyê de canê xwe feda kirin bibîrtînin.

Piştî merasîm bi dawî bû gul, li şervanan hatin belav kirin û pîrozbahî bi şahiya şervanan amade kiribû berdewam kir.