‘Em bi şehîdên xwe serbilind in û armanca me parastina şoreş û xaka me ye’

Bavê şehîd Akif Serêkaniyê ji şandeya Desteya Malbatên Şehîdan re diyar kir ku ew bi nirxên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, serbilind in.

‘Em bi şehîdên xwe serbilind in û armanca me parastina şoreş û xaka me ye’
‘Em bi şehîdên xwe serbilind in û armanca me parastina şoreş û xaka me ye’
‘Em bi şehîdên xwe serbilind in û armanca me parastina şoreş û xaka me ye’
25 sibat, 2019   14:05

HESEKÊ

Desteya Malbatên Şehîdan bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê serdana malbatên şehîdan ên bajar û gundewarên wê dikin.

Desteya Malbatên Şehîdan ji bo birêvebirina vî karî 12 şande, di nav wan de endamên ji desteyan, Meclisa Malbatên Şehîdan a li Serêkaniyê, şervanên QSD, YPG, YPJ û Hêzên ewlehiya Hindirîn hene, ava kirin.

Serdanên ku vê sibê hatin birêxistinkirin, derdora 400 malbatên şehîdan ên li bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê ne.

Şandeyên ku ji aliyê Desteya Malbatên Şehîdan ve hatine diyarkirin, bi kêfxweşiyeke mezin ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin pêşwazîkirin.

Endamê Desteya Malbatê Şehîdan ê li kantona Hesekê Mihemed Xetîb wiha got: “Armanca me ji serdanê naskirina rewşa malbatên şehîdan, rewşa wan a debarê û pêdiviyên malbatên şehîdên ên ku zarokên xwe bo rizgarkirina xak, welat û gelên xwe dane.”  

Xetîb wiha axaftina xwe domand:" Ji erka me ye ku em bi malbatên şehîdan re bin û em mil bi mil li kêleka wan bisekinin, ji ber hebûna me li ser vê xakê bi saya şehîdan e.”

Xetîb di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Xalid Mihemed Hisên ku bavê şehîd Akif Serêkaniyê ye, wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ez kêfxweş im bi serdana Desteya Malbatên Şehîdan. Îro morala me bilind bû û kêfxweşiya me ji bo serdanê nayê wesifdan, armanca me parastina şoreşa me,  xak û welatê me ye, serê me ji ber şehîdên me yên ku canê xwe bo rizgarkirina xaka xwe dane, bilind e.”

Li gorî Desteya Malbatên Şehîdan, şande dê serdanên xwe li navçeyên Şedadê, Dirbêsiyê, Til Temir û navenda kantona Hesekê bidomîne.

(ekîb)

ANHA